Interview Hakan Akay (Kurdisch-Kurmancî)

Enstîtûya Çandî ya Almanî-Kurdî hat damezrandin

Deutsch-Kurdisches Kulturinstitut ku xebatên wê yên sazkirinê berî salekê hatibû destpêkirin, hemî prosedurên qanûnî bi cih anî û bi awayê fermî li bajarê Düsseldorfê (Almanya) dest bi xebatên xwe yên çandî-hunerî kir.

Ev enstîtûtî ne ji bo qezenca kesanî, ji bo feydeya giştî û li gorî şêweya weqfê hatîye damezrandin. Dîrektorê enstîtûyê Hakan Akay dibêje: „Serdema ku em tê de ne di heman demê de serdema şarezayîya dijîtal e. Di vê serdemê de hin bûyer dê bi  norm û nirxên nû re cih veguherînin.  Gelo em ê bûyerên ku diqewimin tenê bi bersiva baş û xerab binirxînin û rexne bikin, an jî mercên vê serdemê li gorî xebatên xwe yên çandî û  hunerî ji nû ve dîzayin bikin û bi dûrneketina ji armancên xwe bibin aktorên eslî yên vê qadê? Kêşeya me ya bingehîn ev e.

Em bi produktorê muzîkê û dîrektorê enstîtûyê Hakan Akayî re li ser Enstûtîya Çandî ya Almanî-Kurdî  û xebatên wê peyivîn.


Hûn di heman demê de avakarên enstîtûyê ne. Çavkanîyê we yê motîvasyonê û xala we ya şexsî ya destpêkê çi ye?

Ez zanyarîyên me yên di derheqê çand û hûnera kurdî de dîşibînim zanebûna feylesofê serdema Yewnana Antîk, Demokritî ya ku 2500 sal berê di derheqê “Atomê” de dizanibû.  Demokrit tiştê herî piçûk ê di xweyazê de wekî Atomus, ango Atom bi nav kiribû. Lê dîroka agahdarîyên li ser parçebûna Atom û parçeyokên Proton, Neutron û Elektron heta agahdarîya hebûna parçeyokên Protonê bi qasî 110-120 sal e. Ger ez bi kêm-zêde bêjîm, bi gelemperî zanebûna me ya di derheqê tarîx, çand û hunera kurdan de, tevî tiştên ku me bihîstine û me bi xwe afirandine bi qasî zanebûna Demokrit a ku 2500 sal berê ji bo“atomus”  gotîye, ye. Bê şik ger meriv pêvajoya dijwar a sosyal-çandî ya ku gelê me dijî û mêzîna polîtîk a navnetewî berbiçav bike, hatina vê merheleyê jî bi qasî zanyarîya “atomus” girîng e û hêja ye.  

Lê ez difikirim ku kêşeya me ya esil, bi gotinekê din “sedsala me ya nû” niha dest pê dike. Ji bo vê yekê jî divê em bi hûrgilî û kûrahî bikevin nav çand û hûnera xwe, her merheleyê li gorî taybetmendî û pêşketinên wan bikolînin û lêgerînan çêkin. Li gel vê yekê, ger em zanyarîyên ku  di encama van lêkolin û lêgerînan de bi dest bixin, bigihîjînin nifşên nû, ji bo lêgerînên nû bikin çavkanî û di heman demê de em bikaribin di hilberînên xwe yên hûnerî de jê fezy bigrin, em ê sedsala rewşenbîrîya kurdî bijîn.

Hûn di heman demê de bi nasnameya xwe ya produktorê muzîkê  di beşa muzîkê de jî bi salan e aktorekî çalak in.  Ev rewşa we dê di xebatên enstîtûyê de tesîreka çawa bike?

Ez di jîyana xwe ya çalak a muzîkê ya 20 salên dawîn de  hem wekî produktorê muzîkê, wekî tonmeister û hem jî bi nasnameya xwe ya muzîkjen ji A heta Zyê bi dehan hunermend re di pêvajoya amedekirin û hilberînên nêzîkî 200 albumên bixweser de xebitîm.

Bi grubên mûzîkê yên ku min jî hunermendên kurd û ewropayî pêk anîbûn bi dehan konserên muzîkê , çalakîyên multî-kulturî û festîwalên muzîkê li bajarên mezin ên gelek welatan min da destpêkirin û bi pêş ve bir. Di pêvajoya rêvebirî û ezmûnên xwe yên Weşanxaneya Rûpel û Pel Recordsê de jî li gel pêvajoya hilberîna muzikê û endustrîya muzîkê, ji bo min bi awayekî berfireh û ji nêz ve fersenda naskirina dinyaya edebîyata kurdî jî çêbû.

Ev xebata ku nêzîkî 10 sal e rabirdûya wê ya ramanî hebû û îro bi şêwaza enstîtût hat damezrandin, ji bo min tê vê wate û armancê:  min encama xebat, ezmûn û tora têkilîyên xwe yên 20 salî di serî de Almanya tevlî nirxên çandî yên hemî civatên Ewropayê -ku em jî tê de dijîn- kir û derxist merheleyeka bilindtir. 

Navê enstîtûyê Deutsch-Kurdisches Kulturinstitut (Enstîtûya Çandî ya Kurdî-Almanî). Hûn dikarin vê yekê hinek vebêjin?

Di destê me de anketên sosyo-kulturî yên li gorî pivanên akademîk hatibin çêkirin, tuneye -ku ev tenê  bi serê xwe dê ji bo enstîtûyê bibe mijara lêkolînên taybet- lê tê tehmînkirin ku tenê li Almanyayê ji yek mîlyonî zêdetir kurd dijîn. Ger em welatên ku lê Almanî tê peyivîn, wekî Awisturya, Swisre, Liechtenstein û qismek jî Belçikayê bifikirin, em dikarin ji girseyek gelek mezin a Kurdistanî ku di jîyana rojane de zimanê Almanî bi kar tînin, behs bikin.

Wekî mînak bi deh hezaran zarokên kurd hene ku li Almanyayê ji dayik bûne û mezin  bûne. Ez bi xwe şahîd bûme ku dema meriv ji van zarokan pirsa eslê we çi ye? dike, bersiv ev e: “Ez Alman im, dê û bavê min kurd in” Ango alîkî me alman, alîkî me kurd e. Alîkî me ingilîz e, alîkî me kurd e. Em dikarin van mînakan zêde bikin. 

Li gel vê yekê dema em li merivantîya malbata zimanê Indo-Germanî û li koka merivantîya çanda hevbaş binêre, em ê bibînin ku gelek xalên hevbeş ên kurd û almanan hene. Vegotina “Almanî-Kurdî” ne navekî nedîtbar î ji bo tebelayê ye, nasnameya me ya rastîn e. 

Kekê min Soydan Akayî ku pirtûka wî ya ‚Kulîlkên Çolê – li ser dîroka Îbranî ceribandinek`di demekê nêzîk de hatibû weşandin (Çöl Çiçekleri – İbrani Tarihi Üzerine Bir Deneme) , di serî de feylesofên Yewnana Antîk, bi taybetî jî li ser ramanên Hegel û Nietzsche ên di derheqê ´Zerdûştîyê´ de lêkolîn kirîye û di encamê de ramana xwe ya “Ewropa  di eslê xwe de zarokê me ye”, ku heta niha min tesbîtek weha nehîstibû û li gorî min tesbîteka gelek erênî bû bi min re par ve kiribû.

Li gorî min Vegitinên wekî diaspora û mişext êdî peyvên ku wateya wan neyênî ne û xizmeta dêranî û dehfdêrîyê dike. Bi van vegotinan ne mimkin e ku em bikaribin rastîya ku li Ewropayê dijîn û rûbirû dimînin vebêjin û îzah bikin. Ev der êdî welatê me ye û em li vê derê ne mêvan in. Dema ez bûyeran li gorî vê rastîyê dinirxînim, difikirim ku kurdîstanîyên li her derê dinyayê bi cih bûne divê li welatên xwe yên nû bi gel û çandan re têkilîyên kûr û hevbaş pêşve bibin û ji alîyê gîyanî ve xwe dewlemendtir bikin. Ev helwest gelek girîng e û divê bi cih bê.

Hûn dikarin behsa armanca enstîtûyê bikî? Dê sazî çi bike?

Enstîtû di gelek waran de xwedîyê armancên girîng û bi îdîa ye. Di nav van armancan de yên herî bingeh muzîk û xebatên çandî û hunerî yên bi muzîkê ve têkîldar in. Em dikarin van armancan bi kurtasî bi vî awayî rêz bikin:

  • Dê enstîtû lêkolin, lêgerîn, analîz û tezên doktorî û mastirê yên li ser muzîka kurdî hatine nivîsîn, berhev bike, ji kurdî wergerîne almanî û ji almanî wergerîne kurdî û wan bide naskirin û fêmkirin.
  • Dê enstîtû di serî de Almanya di derheqê minakên pêşketinên muzîkî yên gelên din lêkolînan bike. Modelên ku ji bo pêşketina muzîka kurdî bibin çavkanî tesbît bike û dê van çavkanîyan ji bo pêşketina muzîka kurdî bi kar bîne. Ji bo sazîbûna enstîtû û akademîya muzîka kurdî dê çavkanîyan pêk bîne.
  • Dê enstîtû kitêbxane û arşîva muzîka kurdî pêk bîne.
  • Dê enstîtû di derheqê hunermend û kesên ku di tarîxa muzîka kurdî de rol lîstine lêkolînan bike, li ser jîyana wan filmên dokumanter û çalakîyên ji bo bibîranîna wan çêbike. 
  • Dê enstîtû bi organîzasyona festîwal û konserên hevbaş hem xwe bide naskirin û hem jî çand û hunera almanî ji nêz ve nas bike da ku bikariba têgihiştina hevbeş a dinyayê pêşve bibe û bi hêz bike. 
  • Qada ku em di pîleya jîyanî de girîng dibînin qada zarok û ciwanan e. Çavkanîyên ku em pê bikaribin çanda xwe bigihîjînin ciwan û zarokên xwe bi qasî ku tunene kêm in. Piranîya yên hene jî li gorî pivanên psîkolojî û pedagojîya zarokan nehatine amadekirin. Zehmetîyên sosyo-polîtîk ên ku kurd dijîn li ser zarokan jî tesîrekê neyînî dike. Em nikarin bi berhemên ku bi êş, xemgînî û trajîk çanda xwe bi ciwan û zarokên xwe bidin hezkirin û em nikarin ji wan bixwazin ku xwedî lê derkevin. Ji ber vê yekê romanên bideng, çîrok û stranên zarokan, koroyên zarokan ên ku zarokên kurd û alman bi hev re stranan bêjin û çalakîyên bi vî rengî dê di nav xebatên enstîtûyê de bin.
  • Dê enstîtû ji bo hunermendên kurd bikaribin albumên xwe derxin û çalakîyên xwe yên hunerî bidomînin dê piştgirîya madî û manewî bide, bi taybetî jî namzetên hunermend ên nû teşwik bike û piştgirîya wan bike. 
  • Instîtû bi armanca ku meriv ji her derê dinyayê bikaribê xwe bigihîjîne hunermend û muzîsyenên kurd, di serî de malpera webê û ji bo hemî platformên medyaya sosyal dê toreka networkê pêk bîne û hunermendên kurd û berhemên wan ên hunerî li seran serî dinyayê bide naskirin.
  • Dê enstîtû di derheqê mafên telîfê û peymanan de hunermandan agahdar bike û pişgirîya hiqûqî bide wan.

Ji bilî van xalan em dikarin behsa  armancên jêrîn jî bikin:

  • Wergerandina pirtûkên edebî û hunerî yên zimanê almanî bo kurdî û wergerandina çavkanîyên çandî û hunerî yên zimanên kurdî bo almanî û organîzekirina şevên xwendinê yên hevpar.
  • Li Almanyayê bi sazîyên wekî weqif, enstîtû, zanîngeh û sazîyên çandî, hunerî û zanîstî re têkîlî danîn.
  • Bi taybetî di derheqê kurdên ku li almanyayê dijîn pêkanîna banqayekê doneyê. Bi gotinek din çêkirina nexşeyekê çandî û hunerî ya kurdan. Ji bo vê jî divê em di serî bi sazîyên fermî yên Almanyayê re xebatên hevbeş bikin, her cûre alavên medyaya sosyalî bi kar binîn, xwe bigihîjînin hemî nifşan û bi vî awayî fotoya rastîya kurdan derxînin holê ku baştir têbigihîjin.

Hûnê di demeka kin de  di derheqê xebatên enstîtûyê de bi rêya malpera www.d-k-k-i.de bigihîjîn agahdarîyên zêdetir.   

Ji xêncî arşîva radyoya Erîvanê kurd ne xwedîyê arşîveka cidî ya muzîkê ne. Dê di vê warê de xebata enstîtûyê hebe?

Helbet yek ji armanca me ya avabûnê jî ev e. Di salên dawîyê de ji bo pêkanîna arşîvan xebatên gelek girîng tên çêkirin. Lê ji sedema kêmbûna derfetên kesên ku van xebatan didomînin, ev xebatên bêhempa bi rêk û pêk bi dawî nabin. Ji alîkî ve jî hin lêkolînvanên giranbiha hene ku di destê wan de çavkanîyên gelek girîng hene, lê mixabin van çavkanîyan di koleksîyonên xwe yên kesane û taybet de vedişêrin.  Dibe ku ji ber gelek sedeman mafdar bin, lê em tika dikin ku arşîvên di destê xwe de bi me re parve bikin.  Ew ê bi van arşîvan xwe bigihîjînin nifşên nû, em ji dixwazin bi çalakîyên xwe yên rûmetdar van kesên giranbiha û xebatên wan bidin nasîn.

  Em li vê derê li ser navê enstîtûyê bang li kesên ku xebatên arşîvê didomînin, dikin; ji bo em bikaribin ji alîyê madî û manevîyê piştgirîya wan bikin, bikaribin xebatên wan li qada neteweyî û navneteyî bidin nasin, bi armanca xebata hevkar em wan vedîxwînîn binê sîwana enstîtûyê.

Projeyeka me heye:em ê alav û çavkanîyên nivîskî, dîtbar û guhdarbar berhev bikin û derfetên teknîka modern ya vê serdemê bi kar bînin û arşîveka bikêrbar pêk bînîn; vê arşîvê bixin xizmeta cimeata hunerê û dibistanên hunerê.  Di çarçoveya vê projeyê de em ê videoyên nasandinê yên bi  pirzimanî amade bikin. Em ê bang û tika li kurdîstanîyên li Ewropayê dijîn û Ewropayîyên ku wekî turîst welatê me zîyaret kirine, bikin da ku wêneyên xwe yên kevn, her cur vîdeo û kaset û alavên dîtbar û dengbar bigihîjînin me. Em ê di demeka kin de hûrgilîyên vê mijarê bi videoyên nasandinê parve bikin.

We behsa lijneya şêwirînê ya enstîtûyê kiribû.

Lijneya me ya şêwîrînê ligel zanyarên Almanî û Hollandî yên ku tezên xwe yên dotorîyê li ser muzîka kurdî kirine, ji hevalên me yên giranbiha yên pisporên edebîyat û folklara kurdî û arşîvkirinê û dîsa ji pisporên meqam û teorîya muzîka Rojhilata Navîn pêk tê. 

Em ê di demaka kin de agahdarîyên di derheqê hevalên xwe yên lijneya şêwirînê de bi rêya platformên xwe yên madyaya sosyalî parve bikin.  Li gel vê yekê em dizanin ku li gelek deverên dinyayê gelek zanyarên çand û hunerê ku ji alîyê akademkî ve pispor in, hene. Di demekê kin de em ê di vî warî de jî toreka têkilîyê ya akademîk pêk bînin.


Hakan Akay

1973yan de li Vartoyê ji dayik bû. Ji 1996an pê ve li Almanyayê dijî. Di navbera salên 1997-99an de li Düsseldorfê li Zanîngeha Heinrich-Heine beşa sosyolojîyê xwend. Di 1999an de di heman demê de dest bi perwerdeya tonmeîsterî û produktorîya muzîkê kir. Di amadekirina 200 albumên muzîkê de wekî tonmeîster û produktorê muzîkê xebitî. 2010 an de bi mazûvanîya serokê şaredarîya Kölnê bi navê “Bihara çandan” (Fruhling der Kültüren) festîwalek çêbû –ev festîwal heta niha jî her sal çêdibe- . Hakan Akay avakarê vê festîwalê ye. Akay bi rêzekonserên pirçandî li gelek herêmên Almanyayê xebatên xwe yên muzîkê didomîne.